• Dargeçit
    °C
  • Mardin
    °C
  • Şırnak
    °C

WEŞANÊN NÛBİHARÊ KİTÊBA “MİRADÊ KİNÊ” ÇAP KİR

Weşanên Nûbiharê kitêba Miradê Kinê çap kir û belav kir. Kitêb danasînek e li ser jîyan û berhemên Miradê Kinê.
2024-08-15, 19:46:56
Okunma: 6195
0 Yorum
resim

Miradê Kinê stranbêj û dîwangerekî ji Kerboranê ye. Ew wekî ‘Mîrê Ribabê’ jî tê nasîn li nav xelkê.

Berhem ji alîyê Hurşît Baran Mendeş ve hatîye amadekirin.

Danasîna Kitêbê

Herêma Torê; cihê dîn, milet û şaristanîyan e; herwiha cî û warê çanda Kurdan e jî. Yek ji hozanên me yê di nava vê pirrengîya çanda dewlemend de gihiştî, Miradê Kinê ye. Ew bi navê “Miradê Kinê”, “Mirado” û bi leqeba “Mîrê Ribabê” tê naskirin. Bi eslê xwe ji navçeya Kerborana Mêrdînê ye.
Miradê Kinê, hunermendekî dualî ye; hem stranên kêf û dawetan gotine hem ji yên dengbêjîyê. Stranên kêf û dawetan bi wezn û aheng, yên dengbêjîyê jî bi awaz û bi şewat gotine. Wî bi vê dualîta xwe, geh dilê xelqê xemgîn kirîye, geh jî şengîn kirîye. Wî, di muzîka Kurdî de digel awaz û şêwaza xwe, bi ribaba xwe jî reng û tarzekî nû û cîyawaz afirandîye, ku niha jî gelek hunermend li ser tarza wî stranan dibêjin.
Miradê Kinê, hem gula dîwan û civatan hem jî bulbulê dawetan bû. Li herêma Torê, hunermendê ku herî zede ji bo dawetan dihate vexwandin û hezkirin, ew bû.
Vêca ev kitêba li ber destê we li ser Miradê Kinê ye. Ji du birrên sereke pêk tê. Birrê yekem lêkolîn e li ser jîyana Miradê Kinê û stranên wî, birrê duyem jî deşîfrasyona 116 stranên wî ye.

HABER İLE İLGİLİ
Henüz yorum yok, ilk yorumu siz yapın.
YAZARLAR

ARŞİV
ANKET
Yeni Sitemizi Nasıl Buldunuz
  • İyi
  • Orta
  • Kötü

Site Haritası RSS Beslemeleri